Beratungsstelle
Fachberatungsstelle gegen Zwangsheirat
Zufluchtstätte
Porto Amal
Gewaltschutz bei Behinderung
Mädchenwohnen Linah
Hilfe nach Flucht
Betreutes Wohnen
Mädchenwohnen Hannah
Mädchenwohnen Hedda
Link zur Seite Onlineberatung
Link zur Seite Stellenangebote
Lass Spuren sichern

Dews û belgeyan tomar bikin

Çima testên pizîşka dadwerî serbixwe ji raporan girîng e?

Keçên ku qurbaniyên tundiya giran a zayendî bûne yan ditirsin dikaribû wekî vêya be, wek mînak çimkî serboriyeke wan a nişkê ve hebûye û nikarin baş bi bîr bînin çi bûye, bi gelemperî di rewşeke tam awarte de ne. Bo di vê rewşê de biryarekê bidin ku anegorî wê gavinan biavêjin, wek mînak serdana polîs rast e û dozê vekin yan na, bi nêrîna gellekan daxwazeke zêde ye.

‎Bo ku wexteke zêde bidin keçan ser vê gavê bifikirin, lê hîn tu dewsên ku bo şopandina piştre ya dozgeriyê girîng in ji dest nedane, ihtimal e li Bielefeld lênêrîneke testên cezayê werin kirin ku girêdayî raporekê nîne. ‎‎Girîng e di zûtirîn dema mimkin de dewsên cezayê dabîn bibin – baştir e di nava 24 demjimêran de be.‎‎ ‎‎Bi taybet naskirina dilopkeyên K.O. tenha rêya mimkin bodemeke kin digel arîkariya nimûneya mîzê bi destê bijîşkekî ye.‎

Ez çawan dikarin testeke cezayê bidim ku ji raporan serbixwe be?

Hûn dikarin her dema rojê yan şevê û elbete dawiya hefteyê serdana yek ji sê nexweşxaneyên Bielefeld li rêza jêrê bikin. Navnivîsî li Odeya Lezgîn a navendî ye. Hûn li wir dibêjin beşeke testên cezayê dixwazin ku girêdayî raporan nîne. Lênêrîn li odeya klînîka nexweşên serpêyan a pispora jinan pêk tê.

Hetanî eger ew dijwar be, baştir e ji pêş de xwe neşon yan kincên xwe neguherin, çimkî mimkin e wisan dews winda bibin. Eger destmal yan perçeyên we jî li êrişkaran yan dewsên wan ketibin, gerek wan bi xwe re bînin nexweşxaneyê.

Bi her awayî, hûn dikarin kesekî bi xwe re bînin.

Di dema lênêrînê de çi dibe?

Beriya li we binêrin, bijîşk dê ji we re bibêje ka dê çi bibe? Lênêrîn nêzîkî demjimêrekê dikişîne. Ew dê li kincên we jî binêrin. Ji bilî testên cezayê, hûn ê muqateya bijîşkî jî wergirin. Wek mînak dê karê pêşîgirtina tûşbûna nexweşiyan û şîretên ser hebên lezgîn ên dijî giranbûnê bidin we. Karê pêşîgirtina tûşbûna nexweşiyan yanê ew dê xwîna we bo nexweşiyên guhêzbar ên zayendî test bikinû eger pêwîst be hûn dermanan wergirin.

Lênêrîn tam bi sirdarî ye.

Gelo dayîkbavê min dê agahdar bibin?

Keçên 16 salî û jortir bixwe biryar didin gerek dayîkbavên wan agahdar bibin yan na. Eger hûn ji 14 salî kêmtir in, bijîşk gerek dayîkbavê we agahdar bike. Bo keçên nava 14 heya 16 salî, eger bijîşk hîs bike keç dikare fêm bike çi bûye, gerek nîne dayîkbav agahdar bibin.

Gelo gerek dozê vekim?

Na. Evê ku dozê vekin yan na û kingê hûn bixwe dizanin? Hûn neçar nînin di dema yan beriya lêkolînan vê biryarê bidin – hemû dewsên tawanê dê herî kêm bi qasî du salan bimînin û dê tam bi sirdarî bin. Beşa testên cezayê wext dide we bi aramî vê biryarê bidin.

Eger hûn di dema lêkolînê de biryar bidin tawanê demildest rapor bikin, bijîşk dê gavên pêwîst biavêje. Eger hûn piştre biryar bidin rapor bikin, polîs dikare dewsên dabînbûyî hilde û digel rapora lênêrînê bi hev re bi kar bîne. Bo vêya rezamendiya we ya zelal pêwîst e.

Eger hûn rapor nekin, tiştên heyî dê piştî du salan ji holê werin rakirin.

Gelo bo testên cezayê yên serbixwe yê raporê xec heye?

Lêkolîna testa cezayê belaş e.

Li ku dikarim piştevaniyê wergirim?

Eger bi tiştê we tecrube kiriye bi tenê namînin, baş e, lê arîkarî û piştevaniyê wergirin. ‎‎ Eger pirsên we hebin yan eger xwe baş hîs nakin: em bo we li vir in, girîng nîne hûn bo ragihandinê digel in yan dij, eger hîn we tam biryar nedaye ser tiştê dixwazin bikin.‎‎ ‎Hûn dikarin pêwendiyê çêbikin biNavenda Rawêjkariya Mädchenhaus Bielefeld e.V. bixwe, bi telefon yan bi rêya Rawêjkariya Online‎.‎

Em bi awayê alîgirane bo keç û jinên ciwan kar dikin û bo dîsan bi destanîna parastin û ewlebûnê piştevaniya we dikin.

Eger ez biryar bidim ragihandinê bikim, kî dê piştevaniya min bike?

Li Navenda rawêjkariyê ya Mädchenhaus Bielefeld e.V. rawêjkarên şareza yên lênêrînê hene ku di karên cezayî de gellekî pispor in.‎‎ Eger hûn biryar bidin dozê vekin, rawêjkarê lênêrînê dikare şîretan bike û beriya, navaû piştî dadgehê bi we re be. ‎‎ Ew dikare di gotinên we bo polîs, parêzer herwiha di dema axaftina li dadgehê de bi we re be.‎‎ ‎Di warê Hevrebûna-dadgehê de ew ser pêvajoya kar bi we re naaxive.‎

Klinikum Bielefeld Mitte

Logo | Klinikum Bielefeld Mitte

Franziskus Hospital Bielefeld

Logo | Franziskus Hospital

Ev. Klinikum Bethel | Haus Gilead 1

Logo | Evangelisches Klinikum Bielefeld

Mädchenhaus Bielefeld | Logo | Beratungsstelle

 

0521 173016

0176 29834287 (SMS & Signal)

 

  0521 - 17 88 13