Beratungsstelle
Fachberatungsstelle gegen Zwangsheirat
Zufluchtstätte
Porto Amal
Gewaltschutz bei Behinderung
Mädchenwohnen Linah
Hilfe nach Flucht
Betreutes Wohnen
Mädchenwohnen Hannah
Mädchenwohnen Hedda
Link zur Seite Onlineberatung
Link zur Seite Stellenangebote
Das Foto zeigt eine graue Hauswand. Rechts im Bild ist eine braune Eichentür. Links daneben ist ein Graffiti, das ein Mädchen zeigt, dass einen Luftballon an einer Schnur in der Hand hält und diesem hinterher schaut.

Hevûdin famikirina di navbera zarok û Dayîk û Bavan de ne her timî hesan e

Gelek Dayîk û Bav hene naxwazin fam bikin ku hêdî hêdî pîr bûne, û zarokên wan naxwazin ku destdirêjiyê di jiyana wan de bikin, û hemî tiṣtên xwe ji wan re bêjin. Hinek ji van Dayîk û Bavan, di danûstandina xwe ya rojane bi zarokên xwe re pir hiṣk û tengnerîn in, hemî liv û lebatên zarokên xwe ҫavdêr dikin, û dixwazin her tiṣtî li ser wan zanibin.

Li ba hindek Dayîk û Bavan jî wisaya, ku ew serê xwe bi tiṣtekî naêṣînin, tenê dixwazin ku mirov dûrî wana be û bi hêminî bijîn. Dibe ku carcaran bixwazin ku mirov hayî ji xwîṣk û birayên xwe yên biҫûk hebe, û hindek karên malê ji ser milên wan rake.

Dayîk û Bavê te li welatekî din ê mezin bûne, û di derbarê jiyanê de dîtin û nerînên wan cudane ji yên te, ji ber vê yekê ne ji mafê wana ku jiyana te li gor kêfa dilê xwe organîze bikin, tu jî mirovî û mafê te di vê jiyanê de heye, tu jî wekî hemî hevalên xwe dixwaze ku hevalên te hebin, û li ser kêfa xwe herê û werê, anku jiyaneka azad bijî.

Das Foto zeigt eine graue Hauswand. Rechts im Bild ist eine braune Eichentür. Links daneben ist ein Graffiti, das ein Mädchen zeigt, dass einen Luftballon an einer Schnur in der Hand hält und diesem hinterher schaut.

Gelek malbat hene hêvî dikin ku keҫên wan li gor Kultûr û ṣert û merc û rêzanên Olî bijîn. Lê tu dixwaze serbixwe û azad bijî, hevalên xwe, rengê jiyana xwe, terzê danûstandina xwe bi derdora xwe re bi xwe hilbijêrî. Lê ev qet nayê wê wateyê ku tu bi vê yekê dixwazê xwe ji malbata xwe qut bike, yan jî ku tu ji riya wan derketiya, berûvajî vê yekê, tu hêvî dike ku Dayîk û Bavê te ji bo bi cî anîna armanc û niyazên te destê alîkariyê dirêj bikin û ji te re bibin piṣt û heval. Lê mixabin ku pirê caran ev yek zor e, û zarok xwe wk Sêwiyan dibînin, û dibînin ku avakirina pirên baweriya di navbera wan û Dayîk û Bavan de pir zor e.

Ji layekî din ve, divê em bînin ziman ku hinek rewṣên awarte hene ku Dayîk û Bav cuda dijîn, bi wateyeka din ji hev berdayî ne, û Dê yan jî Bav bi heval e, anku evîndarek din di jiyana wan de heye, bêguma ev yek jî gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne, ku dawî hemî di serê zarokan de diteqe, ji ber ku di van rewṣên wisa de ji zarokê tê xwestin ku wê Dayîk yan jî Bavê xwe yê nuh bipejirîne (qebûl bike ) û wek Dayîk û Bavê xwe li wan binere, û bêguman ev yek ji zarokan re pir zor e.

Aha Dêmek dema babet bi te ve girêdayî be, tu vê dikarê bike, û vê na, gereka tu wa bikî, gerek tu wa nekî, wê ҫaxê her timî li ba te li mal qerabalix û bihevҫûn li dar e. tu dixwaze jiyaneka hêmin û azad bijî, lê Dayîk û Bavên te bi hezkirina xwe ya ṣaṣ ji te re, bi hiṣkî û nezaniya xwe jiyana te dikin dohej. Ji ber van rewṣên ku me li jor anîn ziman, zarok pir caran dixwazin bi hêminî bi bîneka fereh bi dayîk û bavên xwe re bijîn, lê dîse zarok tûjî lêdan, bihevҫûn, xeberdan tê, û gelek caran wan di mal de hêsîr dikin, daku wisa li wan dikin ku jiyanê li wan dikin dojeheka sor. Eger jiyana te bi vê rengê jorî be, eger tu tû jî astengî û pirsgirêkên wisa were, wê ҫaxê wê pir baṣ be, eger tu ji xwe re li alîkariyekê bigere.


Tu dikarî ҫi bikî?

  • ji xwe re li mirovekî ku ciyê baweriyê be biger, nexema kî be, dibe xwediyekî te be, yan jî mamustayek ji beṣê civakî ji dibistanê be, derdê xwe hûr û kûr jê re bêje û bi hev re li ҫareyan bigerin.
  • Li gelek bajaran ciyên ṣêwermendî û alîkariyê hene ku dikarin di rewṣên wisa de alîkariya te bikin.
  • Tu dikarî Telefûnên hawarê yên xuya bikarbîne, rewṣa xwe ji wan re li ser Telefûnê bêje û doza alîkariya bilez bike.
  • Tu dikarî bi riya E-Mail ê jî têkiliyê bi me re deynê.

 

  0521 - 17 88 13