Beratungsstelle
Fachberatungsstelle gegen Zwangsheirat
Zufluchtstätte
Porto Amal
Gewaltschutz bei Behinderung
Mädchenwohnen Linah
Hilfe nach Flucht
Betreutes Wohnen
Mädchenwohnen Hannah
Mädchenwohnen Hedda
Link zur Seite Onlineberatung
Link zur Seite Stellenangebote
Das Foto zeigt die Beine von einem Mädchen auf einer Wiese. Über ihre Füße verstreut liegt großes, buntes Herzkonfetti.

Evînek bextewar û dilekî bi êṣ

Dibe wisa jiyan xweȘ be

Heyanî bi guhê xwe di evînê de mayî? 1000 xalxalok li ser zikê te ҫêbûne? (di kultûra Elmanan de, dema wisa dibêjin, tê wê wateyê ku ew mirov bi dil e). Her tiṣt dilive û baṣ derbas dibe? Te dilê xwe diyarî kir?

Dibe wisa jiyan xweṣ be, eger tu bi dilketî be, ev yek (hezkirin) mîna ku tu xwe ji ҫiyayekî bilind bavêjê wisa bi hêrs e. Tu qet nizanê hestên te wê piṣtî bîneke din ҫawa lê werin: li jor, pir xweṣ an jî kûr diҫe jêr, eger tu hîna nizanibe, ku ew mirov ku tu jê hez dikê, ku ew jî wisa ji te hez dike. Dêmek dema tu bi dil dibe, tu jî nizanê ka wê ҫarenûsa te ҫawa be. Ji ber ku dibe ew mirovê ku tu jê hez dike wê evînê hezkirinê ku tu dixwazê û ji xwe re hêvî dike nede te. Bi her hal hîna baweriya te 100% nayê, ku ew mirov jî bi rastî ji te hez dike. Eger hat û ṣensê te nebaṣ ket dibe ku mirovek were û henekê xwe bi hestên te bike. Dibe ku di wê kêlîkê de mîna ṣûṣeyekî li erdê kevî û wisa hûr hûr bibî, û îcar baweriya te bi te bi xwe newê, û tu ji xwe re bêjê aha dêmek kesek ji min hez nakê. Lê bêguman wê baṣ be eger diketiyê te jî wisa ji te hez bike, û hun karibin wê evînê bi hestên xwe av bidin, ku hun herdu alî ji hevûdin fam bikin û xweṣî û nexweṣiya jiyanê bi hev re parve bikin û pir kêfxweṣ bijîn.

Das Foto zeigt die Beine von einem Mädchen auf einer Wiese. Über ihre Füße verstreut liegt großes, buntes Herzkonfetti.

Dibe ku berûvajî vê yekê jî ҫê bibe, û pirsgirêk û alozî têkevin pêṣiya we, ji ber ku mirovên ku ji hev hez dikin jî tûjî van pirsgirêkên wisa dibin! Bi tayîbet piṣtî derbasbûna hezkirinê. Ji bo têkiliyeka hezkirinê divê tu her timî vekirî be, û gelek caran jî , ji te tê xwestin ku tu sînoran ҫêkê û ji xwe re dersan bigrê, û bêje NA, dibe ku ev yek ne hesanî be, nemaza ku tu têkeve bin barê bindestiyê an jî fiṣara (tehdîd) bidin te. Divê tu hînê vê yekê jî bibe ku ne her timî wisa hesaniya, mirov piṣtî bihevҫûnê careke din here ba hev.

Belkî wisa be ku hevalê te, her timî te kontrol bike, û te têxîne bin ҫavan, ji bo ku her tiṣtê te zanibe, ka tu ji kur tê û diҫe kur, anku bi wateyeke din hemî liv û lebta te têxîne bin kontrola xwe, an jî tu wîna/ wêna wisa kontrol bike û bixwaza her tiṣtî li ser zanibe. Ev jî bêguma nîṣana wê yeke ku di navbera we de bawerî tuneye!

Ji ber wê yekê tu hest dibe ku ew hezkirina we bi aliyekî ne baṣa de diҫe, û tu mecbûrî jê dûrkeve û têkiliya xwe pê re bi dawî bîne. Lê bêguman ev yek ji bo qîzekê ne tiṣtekî wisa hesan e. Ya giring ew e ku baweriya te bi te werê, û riya xwe bi xwe bibîne, dibe ku êdî wisa ҫêbibe ku tu careke din li wî hevalê xwe vegere an jî yekî din ji xwe re bibîne.

Bi her tiṣtek bi darê zorê ҫênabe, û eger te û hevalê xwe ji hev fam nekir, û we nikarîbû wê hezkirina xwe biparêzin û bibin serî, ya baṣ ew e ku hun ji hev dûr kevin û her yek bi riya xwe re here.

 

Hevaltî

Em hemî bi hewcedarê hevaltiyê ne, hevalana ku baweriya me bi hev werê, û em ji hev fam bikin, ku her timî em ji bo hevûdin amade bin û destê alîkariyê ji hev re dirêj bikin, û hevaltî pir ṣêrîn e, gereke mirov ji bo hevalê/a xwe amade bibe her tiṣtî bike, û her timî xêrê û xweṣiyê jê re bixwaza.

Das Foto zeigt eine junge Frau in einem weißen Kleid, die über eine Wiese läuft und einen geöffneten schwarzen Schirm von sich geworfen hat.

Ҫiqasî xweṣ e ku baweriya te bi mirovekî werê, û tu karibê her tiṣtê xwe jê re bêjê û tu zanê ku 100% ew ji kesekî din re nabêjê. Hevalên baṣ wê her timî li derdora te bin, dema tu ketî tengahiyê wê bi te ve werin, û ji xwe di ferehiyê de jî li bat e ne, ҫi jê xweṣtir heye gelo? Lê bêguman carcaran berûvajî vê yekê jî diqewime ku nêzîktirîn hevalê/a te te dixapînê û bêbext û derewîn derdikeve û dibe dijiminê te. Wê ҫaxê moralê te hemî serûbinî hev dibe, tu nema dizanê ҫi bike bi kûve here û were, baweriya te bi her kesî tê ṣikandin, an jî dema tu dibîne ku hevalê / a te li te napirse û dema wî ji te re tune ye, dîse tu aciz dibe û bi Sedên pirsan di serê te de ҫêdibin pir ditêṣî û pir xemgîn dibî. Bi her hal ev yek di evînê de jî û di hevaltiyê de jî ҫê dibe.

Eger tiṣtekî wisa bi serê te hat, û te kesek li derdora xwe nedît, ku baweriya te pê were û tu derdê xwe bi serbestî jê re bêje, wê ҫaxê tu dikarî berê xwe bide me û dilê xwe bê sînor li ser hêla me ya ONLINE vekê û em ê destê alîkariyê bê sînor ji te re dirêj bikin.

 

Dilketiyê qîzekê yan yê jinekê?

Nerînek ҫavan, lihevrasthatinek , û qewimî, ҫi qewimî? Te dilketiyê. Tu dixwaze her timî nêzîkî wê / î be û tu jê têrnabe, û naxwaze ji kêkelekê rabe. Lê dibe ku tu wek nêr/, ji xortekî an jî mêrekî hez bike, an jî qîz ji qîzekê an jî ji jinekê, wê ҫaxê tu bêtir tevlî hev dibe, û tu nema dizane ka tuyê ҫi bike, û bi kûve here, û tu nizanê ka derdora te ҫawa li wê têkiliyê dinerin? Lê xema nexwe û bila dilê te di cî debê, ev tiṣtekî normal e, ku mirov ji hev hez bike, ev yek bi hemî ademîzadan re ҫê dibe. Yanî dibe ku tu îro ji qîzekê hez bike û paṣê ji xortekî, an jî berûvajî , tu ji xortekî hez bikî paṣê ji qîzekê, anku ev nêrûmêyîtî di navbera ademîzadan de pir normal e. Em hemî ji suriṣtê ne, û ev yek normal e, lê bêguman dem jê re gerek bû, îro jî ew dem hatiye, ku milet êdî bi ҫavekî Normalität / xwezayî lê binerin.

Em bawer dikin ku îro ev tiṣt li Elmaniya bûye normal, xwezayî, lê bi her hal wê di nav me de jî kesin hebin ku bi ҫavekî xirab li vê meselê binerin. Dibe ku îcar tu ji derdora xwe, an jî, ji dê û bav, xwîṣk û bira, kuram û pismam bitirse, îcar eger tiṣtekî wisa bi te re ҫêbû û te ji mirovekî wekî xwe, hez kir, "Coming out" em wê ҫaxê pêṣniyaz dikin ku tu têkiliya xwe bi kesina re mîna xwe ku heman pirsgirêk hene ҫêkê, tu dikarê ji ezmûna wan sûde û havil wergire.

Bi her hal ji bo agahdariyên berferehtir tu dikarî bi vî rengê jêrîn serdana Malpera me bikî:

An jî Email binivîsînê email.

 

Nivistina bi hev re (sex/kutan)

Das Foto zeigt zwei Mädchen, von hinten fotografiert, auf einer Schaukel vor strahlendblauem Himmel.

Kutan/niyandin (Sex) mîna ken e, û bêguman her mirov dixwaz e ji dil û can bikene, û xwesî hestên kutanvaniyê ye, ji ber ku ev yek xweṣî û rehetiyekê dixe hundirê mirov, carne wekî din jî ҫê dibe, ku em rehetî û xweṣiya xwe bi yekî /ê re bibînin em ê pê re henek û kêfê bikin, û hêdî hêdî dibe ku em derbasî mijara kutane/sex bibin. Ev hest wisaye ku di heman kêlîkê bi herdu aliyan re dixuliqe, ku wisa di cî de ji hev fam dikin û baweriya xwe bi hev tînin. Bêguman tu xweṣiya kutanê wê tune be eger ne bi dilê te be, wê ҫaxê tu pir tevlîhev dibe, û bê morale xwe kutane dike. Heynî wisa ye wekî ku mirovek bi zorê kenê te bîne, kutan bê dili jî wisa ye. Ji ber vê yekê tu carî vê tiṣtî neke eger ne bi dilê te be! Tenê wî tiṣtî bike ku bi dilê te be, û tu bi rastî xweṣiya xwe tê de bibînê, nehêle ku kesek henekê xwe bi te bike, û te ji rê bibe, her tiṣt di dema xwe de xweṣ e: bawerî û jihevfamkirin, û jortêhilanîna tirsê, ku tu karibê êdî Sedî Sed 100% laṣê xwe bi serbestî bi dev wî / ê ve berdê. Carne qîz wisa hizir dikin ku eger xorta kutan an tiṣtekî din ji wan xwest û wan nede wê ҫaxê ew xort wê ji destê wan here û nema jê hez dike, ev yek gelekî ṣaṣ e, ew xortê ku ji dil û bi rastî ji te hez bike tu carî tiṣtê bê dilê te nakê û bi zorê nakutê te, ma ne wisa ye? Û wê xort/ hevalê te ji te aciz bibê, û dev ji te berdê eger te wisa bê ṣexsiyet / karakter bê.

Dibe ku dîtin û famkirina Xorta ji kutanê / sex re ne mina ya xortan bê. Ne her timî Dayîk û Bav alîkariya zarokên xwe di vî warî de dikin. Dibe ku Dayîk û Bavên te dîtin û nerîneke wan a din ji Kutan / sex re hebe, û qet bi tu awaya rê û derfetê nedin te ku tu di meydaneke wisa de sere hespê xwe berdê û ser kêfa xwe derbasî vê ezmûnê bibe. Dibe ku nehêlin tu bi tu awayan têkiliyan bi qîzekê an jî xortekî re ҫêkê: ji berk u ew li ser te ditirsin, û ji bo hinek Dayîk û Bavan qebhet û gunehekî mezin e, eger bibihîzin ku keҫa wan an jî kurê wan yek maҫ kir an jî pê re derket.

Her tiṣt jî dikare wisa mîna gêjbûneke xweṣ derbas bibe. Her tiṣt mîna hejandinek mezin û ṣeveke ṣahiyê derbas bibe. Bi her hal tiṣtekî baṣ e ku tu li ser pirsên xwe bi mirovekî re biaxive. Lê gelekî pêwîst e ku ew kes jî ciyê baweriya te be!

Ji bo agahdariyên berferehtir û gelek bi zanistî û ṣîretên dotsanî li ser Kutanê / niyandinê/ sex tu dikarê ji vê Malperê werbigrî: www.profamilia.de an jî Email ekê ji me re binivîsîne email.

 

  0521 - 17 88 13